Li gorî daxuyaniya Hêza Demkî ya Neteweyên Yekbûyî li Libnanê (UNIFIL), li nêzî gundê Bani Hayyan ê li başûrê welat, di encama teqînekê de du leşkerên Endonezyayî yên hêza aştiyê jiyana xwe ji dest dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku teqîn bi "sedemek nenas" pêk hatiye.
Di bûyerê de leşkerekî sêyem giran, leşkerekî çarem jî sivik birîndar bû. Ev êrîş piştî ku duh li Başûrê Libnanê leşkerekî Endonezyayî yê hêza aştiyê hatibû kuştin, pêk hat.
UNIFIL di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: "Îro li başûrê Libnanê, li nêzî Bani Hayyan, di teqîneke ku sedema wê nayê zanîn de, du leşkerên hêza aştiyê ya UNIFIL’ê ku siwareya wan hat rûxandin, bi rengekî trajîk jiyana xwe ji dest dan."
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu Roja Yekşemê daxuyandibû ku artêşa wî dê dagirkeriya xwe ya li Başûrê Libnanê berfireh bike û "herêma tampon" a heyî hîn zêdetir mezin bike.